Aufruf Kurdisch

28 salan qedexeya PKKê li Almanyayê

Banga ji bo xwepêşandana navendî û hefteya çalakiyanan a meha mijdarê

Qedexeya li ser PKK rakin!

Şerî biqedînin – çareseriyên siyasî pêş bixin!

Di meha mijdarê de ev dibin 28 sal, ku Hikûmeta Federal a wê demê qedexeya çalakbûnê daniye li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK). Ji hingê ve ev qedexe ne tenê hatiye bicîanîn lê belê her wisa bi awayekî birêkûpêk bêhtir hatiye dijwarkirin. Niha 10 çalakvanên kurd wekî girtiyên siyasî di girtigehên li Almanyayê de ne. Bi giştî di navbera 2016 û 2020an de ji ber endamtî û piştgiriya PKKê 786 pêvajoyên lêpirsînê pêk hatine.

Niheqiyên siyasî, çandî û her wisa laşî û derûnî yên bi dehan salan bê navber li hemberî kurdan tên kirin di asteke bê hempa de ne û gelek nifşên cuda rastî van yekan hatine, ku di jiyana xwe de ji bilî perçiqandinê tişteke din nedîtine. Di van deman de ev yek pêkatine: bi hezaran dozên mehkeyan, bi sedan binçavkirin, lisergirtina bê hejmar a komele û xaniyên şexsî, redkirina serlêdanên hemwelatîbûnê, tehdîtên jiwelêtderxisinê, betalkirina mafê penabertiyê, di pêvajoyên qaşo terorê de bikaranîna kurdan a wekî şahidên sereke.

Ev niheqî bûne parçeyek ji rastiya jiyana vî gelî, ku bi gelemperî guman jê tê kirin û ji mêj ve ji bo “mîmariya ewlehiyê”, ku her dem dijwartir dibe, wekî amûrekê tê bikaranîn. Di dawiyê de, tvahiya wan kesên ku dijberiya siyaseta serdest dikin û bi israr tiliya xwe dixin nav birînan, bandorê ji vê yekê dibînin – ango radestkirina çekên almanan bo dewleta tirk, qebûlkirina bê deng ya Hikûmeta Federal ya bi êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava/bakurê Sûriyeyê û Başûr/bakurê Êraqê, nebûna berteka li hemberî zordariya dramatîk a li ser muxalefeta demokrat û dijberên Erdoganî, siyaseta li ser peymana nemirovane ya bi Enqereyê re ya ji bo îzolekirina penaberan.

Tevgera azadiya kurdan di nav van çil salên dawî de bi awayekî diyar nîşan da, ku ew faktoreke girîng e ji bo hevsengiyeke qayîm a li Rojhilata Navîn. Ev bi canpolayan li hemberî terora Daişê sekinî û di heman demê de organîzatora avakirina binesaziyên xweser e, ku bi riya demokrasiya radîkal û bi awayekî pirdengî û pirrengî bi rê ve diçe, ku jin û mafên jinan di nav de roleke bingehîn dilêzin. Ji ber vê yekê jî gelek kurdan ku li Almanya dijîn vê siyaseta pêşverû diparêzin û bi riya çalakiyên xwe piştgiriyê didin hewldanên demokratîk û aştî xwaz ên PKKê, ku riya çaresiya pirsa kurd e.

Êdî nabe, ku wekî dogmayeke dewletê, PKK bi “terorîzmê” were tawanbarkirin, karên wê yên siyasî werin sabotekirin, piştgiriya bi daxwazên wê yên meşrê re were reşkirin. Ji ber vê yekê bi awayekî lezgîn hewce ye, ku Hikûmeta Almanyayê siyaseta xwe ya li hemberî kurdan û tevgera azadiya kurdan biguherîne. Di salên borî de li Ewrûpayê di derbarê vê yekê de cara pêşî biryarên erênî hatine girtin. Di 28ê çileya 2020an de Dadgeha Bilind a Brukselê biryara Dadgeha Temyîzê ya adara 2019an an piştrast kir, ku li gorê vê yekê PKK ne “rêxistina terorê” ye, lê di şerê çekdarî de partiyek e. Wekî din li gorî biyara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di mijdara 2018an de biryar dabû, ku PKK di navbera 2014 û 2017an de bêyî bingeheke hiqûqî di nav lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de bû. Ev gavên pêşîn ên biçûk di hiqûqa ewropayî ya li dijî PKKê de guherînên girîng û durist in. Ew pirsa kurd êdî wisa nas dikin, ango wekî encama pirsgirêkeke civakî ya ku bi demê re mezin bûye û dev ji vê dogmayê berdidin, ku bêyî dijberî ji bo her berjewendiyeke siyasî navê “tekoşîna li dijî terorê” bi kar dianîn. li hemberî ji bo her berjewendiyek siyasî bêyî dijberiyê bikar bînin. Ji bo çareseriya siyasî ya pirsa kurd û qedandina şerê li Kurdistanê ev kêmtirîn pêdivî ne.

Rakirina qedexeya li ser PKKê ya li Almanyayê û derxistina PKKê ya ji lîsteya teroran a Ewropayê ji bo çareserkirina pevçûnan û pirsa kurdan gavên girîng in, ku divê demildest werin avêtin. Ji bo vê yekê em ê di 27ê mijdara 2021an de li paytexta Almanyayê, li Berlînê, meşekê li dar bixin. Ji bo dekrîmînalîzekirina PKKê em piştgiriyeke dorfireh a civakî dixwazin!

Werin xwepêşandana navendî ya li Berlinê ya di 27ê mijdara 2021an de. Ev xwepêşandan di çarçoweya hefteya çalakiyan a li tevahiya Almanyayê de (ji 22 hete 27ê mijdarê) pêk tê, ku li dijî qedexeya li ser PKKê ye. Hîn bibin, ka kîjan çalakî li bajarên we tên lidarxistin û beşdarî wan bibin.

Agahî: Gava hûn bixwazin wekî kom bangewaziya me îmze bikin û piştgiriya xwepêşandanê bikin, hingê hûn dikarin ji înîsiyatîva me re emailekê bişînin vê derê info@verbot-aufheben.de.